image

PeyamaKurd – Li Sûriyê, balafirên şer ên Amerîkayê, baregehên komên çekdar yên Iraqî yên girêdayî Îranê li nav xaka Sûriyê bombebaran kirin.

Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, bersiva êrîşa moşekî ya Hewlêrê û êrîşên din yên li ser hêzên hevpeyman li Iraqê hat dayîn.

Şeva borî balafirên şer ên Amerîka, baregehên komên çekdar yên Iraqî yên girêdayî Îranê li nav xaka Sûriyê bordûman kirin.

Ew komên ku hatine armanckirin, Ketayîb Hizbullah û Ketayîb Seyîdul Şuheda ne.

Di derbarê êrîşê de Wezîrê Berevaniya Amerîka Llyod Austin ragihand, ew êrîşa han bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden û wek bersivek bo êrîşên moşekî yên li ser hêzên hevpeyman li Hewlêr û Iraqê hatine kirin.

Ji aliyekî din, saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê ragihand, di êrîşa balafirên Amerîkî de herî kêm 22 çekdar hatine kuştin û gelek otomobîl û çek û baregehên komên çekdaran jî hatine îmhakirin.

Herwiha Ajansa Reutersê jî diyar kir, balafirên şer ên Amerîkayê, bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden komeke çekdar bombebaran kir.

Reutersê di derbarê êrîşê de tu zanyariyên zerarên giyanî û madî eşkere nekiriye û amaje bi wê yekê kiriye ku êrîşa esmanî ya Amerîkayê bersivek e ji bo êrîşa moşekî ya vê mehê ya ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê.