image

PeyamaKurd- Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebûn, wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper ku di geryana xwe ya Bakûrê Afrîkayê de ye, qebûl kir. Ragihandin ji aliyê televîzyona dewletê ya Cezayîrê de hat kirin. Di civînê de serokkomarê Cezayîrê Tebûn, serokerkanê Cezayîrê Said Şangariha, serokê dîwana serokkomariyê Nûreddîn Bağdad û rêvebirê ewlehiya artêşê ya derve Yûsûf Bûzeyt hebûn. Di heyeta wezîr Esper de fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Afrîkayê Orgeneral Stephen Townsend jî hebû.

Mijara civînê piranî li ser têkoşîna li dijî terorê bû.