image

PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Bexdayê di wexta ku xelk diçû ser gora Îmam Mûsa El-Kazim ê Şîayan, li ser rêya gora wî bombeyekî destî xistibûn konteynirekî gilêşê û bombe teqiya. Di encama teqînê de 8 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina tora medya hukumeta Bexdayê; li ciyê ku rêya tazen Kazimiye û Azimiyê bi hev re girê dide, nêzî Pira Îmaman, di konteynira gilêşê de bombeyekî destî teqiya û 8 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di nav birîndaran de 5 jin û zarokekî heye. Li aliyê dinê kesekî ku xwestiye bi bombe êrîşê gora Îmam Mûsa El Kazim bike hatiye desteserkirin.

2 rojên din, salvegera koça Îmamê Şîayan yê 7 em Mûsa El Kazim e. Lewra xelk ji deverên dûr diçin ciyê gora Îmam Mûsa El Kazim û konên xwe vedigrin. Li wê derê xwarinan çêdikin û bi vexwarinan re li xelkê belav dikin.