image

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên wezîrê navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotiye, li Îranê PKKyî hene, Îranê bangî balyozê Tirkiyê yê li Tehranê Derya Ors kir û hişyarî dayê.

Îro 28ê Sibatê Tirkiyê jî bi sedema ku balyozê Îranê yê Bexdayê li ser hebûna Tirkiye ya leşkerî li Iraqê nerazîbûn nîşan dabû û wekî binpêkirina serweriya Iraqê dabû xuyakirin, bangî balyozê Îranê yê Enqerê kiribû.

Hêjayî gotinê ye Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescidî di hevpeyvînekê de li ser destwerdaneke Tirkiyê bi ser Irqê û Şingalê de wiha gotibû: “Pirsa Şingalê çi pêwendî bi Tirkiyê ve heye, ev pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê Iraqî bi xwe çareser bikin. Endaman werbigirin û biryarê li ser bidin, dibe ku beşek pêwendî bi Herêma Kurdistanê ve hebe, pêwendî bi Şingalê bi xswe ve hebe, pêwendî bi hikûmeta navendî ve hebe, ti pêwendiya wê bi Tirkiyê re nîne ku gefan bixwe yan jî biryarê li ser vê babetê derbixwe. Eger weha be, em her gefekê ji aliyê Tirkiyê yan jî aliyên din ve red dikin. Em destwerdana serbazî li nava Iraqê red dikin û nabe hêzên Tirkiyê bi ti awayekî bibin gef li ser axa Iraqê yan jî dagîr bikin."

Piştî vê daxuyaniyê jî Tirkiyê bangî Balyozê Îranê yê Enqerê Mihemed Ferezmend kiribû û notaya protestoyê ji bigihîne rêveberiya Îranê dabû wî.

Ajansa ÎRNA ya Îranê ragihandiye ku li ser gotinên Suleyman Soylû yên; “Li nav xaka Îranê andamên PKKê hene” bangî balyozê Tirkiyê yê Tehranê kir û protesto dayê.

Tirkiyê bangî balyozê Îranê yê Enqerê kir...