image

PeyamaKurd – Hêzên asayîşê yên Pakistanê êrîşê birin ser 2 ciyên berê ku Talîban di wan de diman û di encamê de 8 mîlîtanên Talîbanê kuştin.

Li gor ragihandina artêşa Pakistanê; li ser bidestxistina îstîxbaratê li Wezîrîstana Bakûr li deverên Boya û Dosaliyê operasyon kirine ser du ciyan û 8 kesan ji Talîbanê kuştine.

Di nava kesên kuştî de fermandarên cîh hene û ew di kuştinên li hemberê hêzên ewlehiyê de cîh girtine. Wezîrîstana Bakûr û Başûr heya sala 2015 an ji aliyê rêxistinan de dihat bikaranîn. Lê wan rêxistinên cîh an biyanî hinek caran li hemberê hêzên Pakistanê diketin nava tevgerê lê Pakistan di sala 2015 an de bi operasyonan wan rêxistina ji herêmê derxist.

Niha jî car caran rêxistin li hemberê hêzên Pakistanê operasyonan dikin.