
PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê eşkere kir ku hikûmeta Almanyayê hejmarek kelûpelên tenduristiyê û pere wekî alîkarî pêşkeşî parêzgeha Duhokê kiriye.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Duhok Dr. Efrasyab Musa, îro 17ê Çile pêşwaziya Konsolê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Rêxistina Mêdîka Mondiyal kir.
Şanda Almanyayê hejmarek kelûpelên tenduristîyê pêşkeşî parêzgeha Duhok kir ku ji 151 hezar û 600 maskeyên tenduristî û 24 hezar û 100 destkêş û 4.307 destkêşên bi qelîte û 4.307 bergiriyên tenduristî pêk dihatin.
Hat zanîn ku ji bilî alîkariya kelûpelên tenduristî şanda Almanyayê mîqdareke bi qasî 18 hezar dolar pêşkeş kir daku li perwerde û rahênana karmendên tendirustiyê were xerckirin.
Add Comment: