image

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê Îranê, bi daxuyaniyekê bersiva bombebarankirina komên wê li Sûriyê da.

Li gor Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade ji rojnamevanan re diyar kir, bombebarankirinên pêk tê, binpêkirina serweriya Sûriyê ye û şerê navxwe yê li wî welatî tundtir dike û seqamgiriya li navçeyê jî zêdetir dê têk bide.

Herwiha Seîd Xetîbzade bombebaranên pêk tên, weke berdewamkirina dijminayiya sionîstî ya li dijî axa Sûriyê pênase kir û da zanîn, Amerîka bi awayekî neyasayî çend navçeyekî Sûriyê dagir kiriye.

Bi fermana serokê Amerîkayê Joe Biden ve, do 26.02.2021ê ber bi sibehê ve, balafirên şer ên Amerîkayê, çend binkeyekî milîsên şîeyên nêzîkî Îranê di nav axa Sûriyê de û nêzîk sînorê Iraqê bombebaran kirin.

Piştî wê êrîşê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir, bombebaran bersiva komên çekdar ên şîe ku şeva 15ê Sibatê de êrîşa moşekî li ser bajarê Hewlêrê pêk anîn e.