image

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Wezîrê Berevnayê yê Îsraîlê Benny Gantz yên derbarê plana Îsraîlê ya bo lêdana kargehên atomî yên Îranê, Wezîrê Berevaniya Îranê Emîr Hatemî gefa wêrankirina Tel Avîv û Hayfayê li Îsraîlê xwar.

Hatemî got, ji bo parastina îstikrar û ewlehiyê ew xwediyê derfetên pêwîst yên leşkerî ne û diyar kir, “Li heremê tu kes rejîma siyonîst naxwaze ji ber vê yekê ji mecbûrî li dora xwe dîwar lêkirine. Eger xeletiyekê bikin, em ê Tel Avîv û Hayfayê wêran bikin.”

Sererkanê Îsraîlê Avîv Kochavi 27ê Çile gotibû, ji bo pêşî li bernameya atomî ya Îranê bigrin, wan fermanên amadekirina planên operasyonel daye artêşa Îsraîlê.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Benny Gantz jî du roj berê dabû xuyakirin, planên artêşa Îsraîlê yên di derbarê lêxistina kargehên Îranê yên atomî de hatine nûjen kirin.