image

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê termê 55 leşkerên Îranê yên di şerê salên 1980yan de di navbera herdu welatan de hatibûn kuştin û li nava xaka Iraqê bûn radestî Îranê kir.

Berpirsê Deriyê Sînorê yê di navbera Iraqê û Îranê de Kazim Yasrî ji medyaya Iraqê re ragihand ku îro 17ê Çile bi awayekî fermî wan termê 55 leşkerên Îranê radestî hikûmeta Îranê kiriye.

Kazim Yasrî da zanîn ku wan berê jî termên leşkerên şerê navbera Îran-Iraqê radest kiribûn.

Îran û Iraqê di heyama rejîma Beas de salên 1980-1988yî şer kiribûn û di wî şerî de milyonek kes miribûn û bi milyonan ji birîndar û penaber bûbûn.