image

PeyamaKurd – Efserekî îstixbarata Îsraîlê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, li ser karvedana êrîşa Amerîkayê bi ser milîsên îranî de li Sûriyê, ji malpera El Hûra re axivî ye û gotiye,  hebûna Îranê li Sûriyê ne ji bo parastina rejîma Sûriyê ye.

 Li gorî wî efserê Îsraîlî hebûna Îranê ji bo parastina mîlîsên xwe û ji bo armancên aborî û derbaskirina rejîma Îranê bi ser Sûriyê de ye.

Efserê ji îstixbarata leşkerî ya Îsraîlê ji malpera El-Hûra re got: “Îran li welatên bêhêz wekî Sûriyê baregehên xwe ava dike, ne ji bo parastina rejîma Sûriyê lê belê ji bo parastina mîlîsên xwe yên li wê derê.”

Efserê Îsraîlê diyar kir: “4 armancên Îranê li Sûriyê hene; avakirina bingehên leşkerî yên stratejîk, mayîndekirina berjeweniyên xwe yên şer bi taybetî li Dêrazor, Bokemal û Tidmurê, herwiha armancên wê yên aborî hene, nexasim vegerandina pereyên ku di salên dawîn de li Sûriyê xerc kirine û derbaskirina rejîma Îranê ji ser Sûriyê ve.”

Efserê Îsraîlê bal kişand ser hewldanên Îranê yên avakirina baregehên xwe yên li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê û got, ew hewldan ji bo xurtkirina derfetên wê yên leşkerî û derbaskirina komên çekdar ên ji welatên biyanî ne.

Efserê Îsraîlê daye zanîn ku Sûriye dê nebe çavkaniyeke hêzê ji bo Îranê, lê belê ji ber êrîşên li wir pêk tên, dê were biçûkxistin.