image

PeyamaKurd -  Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di axaftina xwe ya di rêya telefonê ya bi serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re ragihand ku ew destekê didin dezgeyên demokratîk yên Ermenistanê.

Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Ned Price li ser axaftina bi telefonê ya navbera wezîrê karên derve Blinken û serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan peyamekî nivîskî ragihand.

Li gor peyamê Blinken behsa girîngiya têkiliyên navbera her dû dewletan kiriye, behsa serdestiya hûqûqê û girîngiya dezgeyên demokratîk kiriye û weha gotiye:

“Wezîr Blinken behsa desteka pêşdebirina dezgeyên demokratîk yên li Ermenistanê kir. Her weha desteka xwe bo dawîanîna li şerê Qerebaxê ku di leha xelkê herêmê de encam daye û pêngavên mirovahiyê ku hatine avêtin, bi rizamendî pêşwazî kiriye.”