
PeyamaKurd – Keştiya kompaniyeke bazirganî ya Tirk ku li Nijeryayê doh 23yê Çile rastî êrîşa rêbiran hatibû û welatiyekî Azerbaycanê tê de hatibû kuştin, gihîşt bendera Gentîl a welatê Gabonê.
Keştiya bi ala Liberya ya bi navê Mozart ku ya kompaniyeke tirk e, doh li Kendava Gineyê rastî êrîşa rêbiran hatibû û ligel kuştina welatiyekî azerî 19 xebatkarên tirk ên di keştiyê de hatibûn revandin.
Hat ragihandin ku keştî bi rêveberiya qeptanê çaremîn û du xebatkarên nehatibûn dîlgirtin îro danê sibehê gihîştiye Gabonê.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku cenazeyê welatiyê azerî yê dema aloziyê can daye wê bo Azerbaycanê were veguhestin û diyar kir, hîn rêbirên êrîş kirine 19 kes revandine bi wan re têkilî nekirine.
Add Comment: