image

PeyamaKurd – Li Sûriyê li navçeya Cerablûs û Babê duhî êrîşên fuzeyî hatibûn kirin û di encamê de jimara kuştiyan gihaye 4 kesan û koalîsyona muxalif SMDK ji êrîşan Rûsyayê berpirs girt. Do li her dû navçeyan li deverên Terhînê û Hamranê bi fuzeyan êrîş kiribûn. Li ser bûyeran SMDK bi nivîskî ragihandinekî kir û weha got:

“Rûsya li der û dora Helebê êrîşeka nû kir hedefa xwe û terora dewletê bikartîne. Êrîşa li Terhînê û Hamranê temsîla terora dagirkerê Rûsyayê ya dewletê dike. Rûsya bi 3 fuzeyan êrîş kir. Pêdivî bi dirişmekî saxlem ya navdewletî heye ku zorê bide Rûsyayê da berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.”

Do ber destê êvarê êrîşên bi fuzeyan bo ser Cerablûs û babê hatibûn kirin ku li her dû deveran bi sîstema klasîk petrola xam tê safîkirin û tankêrên ku li deverê bûn, hinek ji wan bi bandora fuzeyan teqiyabûn.