image

PeyamaKurd – Li deşta Xabê li başûrê Idlibê û bakurê Hemayê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, êrîşî hêzên Hikûmeta Sûriyê kirin.

Ajansên xwecihî diyar dikin, di êrîşa do şev de, hejmarek serbazên Sûrî hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyan, êrîş li ser pêgeh û navendên hêzên Hikûmeta Sûriyê, li nêzîkî gundê Sermaniyê li deşta Xabê hatiye encamdan.

Hêzên Hikûmet û opozisyona Sûriyê, li ser xêza rûbirûbûnê li başûrê Idlibê, bi taybet li mihwerê Cebel el-Zawiye, ji demkê ve di rewşa amadebaşiyê de ne.

Herwiha çavkaniyên ser bi Opozisyonê destnîşan dikin, hêzên Hikûmeta Sûriyê, xwe ji bo êrîşeke berfireh bo ser navçeyê amade dikin.

Balafirên şer ên Rûsî jî, gelek êrîşên esmanî li eniyên Kabana yên Çiyayê Kurda pêk anîn û hêzên rêjîmê jî, çeperên li Sedd Al-Shughar û Al-Sukariyyah li gundewarê rojavayê Idlib topbaran kirin. Der barê kuştî û birîndaran de heta niha tu agahî nehatiye dayîn.