image

PeyamaKurd – Li Afrîkayê li welatê Gîne ya Ekwadorê di qişlayekî leşkerî de di depoya muhîmmatê de teqîn çêbûn û di encamê de 98 kes mirin û 615 kes birîndar bûn. Do li Gîneyê li bajarê Batayê di qişla bi navê Nkoa Ntoma de 4 teqîn çêbûn.

Cîgirê serokê dewletê Teodoro Nguema Obiang Mangue di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku 98 kes mirine û 615 kes birîndar bûne.

Serokê dewletê Teodoro Obiang Nguema Mbasogo jî zûtir ragihandina xwe kiribû û ji bûyerê berpirsiyarên depoyê berpirs girtibû û weha gotibû:

“Bajarê Natayê bû qurbana kesên ji parastina depoya dînamêt, teqemenî û muhîmmatan berpirs bûn. Îhmalkariyê kirin. Sedema teqînê ew bû ku cotyar agir berdabûn pirêzeyên xwe û ew agir giha heya depoyên sîlihan û teqîn çêbûn.