image

PeyamaKurd – Li Iraqê, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ketin rewşa amadebaşiyê.

Kanala Fox News a Amerîkî diyar kir: “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dikevin rewşa amadebaşiyê, bi taybetî li binkeya esmanî ya Beled a li bakurê Bexdayê, tenê ji saet 18:30 heta 05:00ê sibehê çalakiyên pêwîst encam didin.”

Ev yek, pêngaveke xweparastinê ye li hember îhtimala encamdana êrîşên ji aliyê milîsan ve, bi taybetî piştî bombebarana esmanî ya Amerîkayê, ya ser her du komên Ketayîbê Hîzbullah û Seyîdul Şuheda li devereke sînorî ya navbera Sûriye û Iraqê, ku di encamê de 22 çekdar hatin kuştin.

Ev derba Amerîkayê ya li komên çekdaran, weke derba yekem a îdareya Joe Biden tê dîtin, li gor nêrîna şarezayan, ev êrîş nehatibû çav.