image

PeyamaKurd - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 68 kesên din ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê mirin û hezar û 467 kesên din jî pê ketin.

Li gorî amarên dawî yên Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, di nav 24 saetên dawî de 68 nexweşên koronayê can dan û hezar û 467 kesên din jî pê ketin.

Li gorî amarên fermî heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 7 hezar û 997 kesan û hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî bû 314 hezar û 433 kes.