image

PeyamaKurd Li gorî hin çavkaniyan Serokamarê Fransayê Emmanuel Macron û Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman tevî ku Serokwezîrê berê yê Lubnanê Seed Herîrî îro gotibû ew nabe namzed jî li ser li hev kirine ku Herîrî hikûmeta nû ava bike.

Li gorî çavkaniyên RT ya Rûsî navê serokwezîrê berê Seed El-Herîrî wekî xala lihevkirinê ji nû ve hate destnîşankirin û piştî pêwendiyeke telefonî Macron û Selman li ser navê wî bo avakirina hikûmeta Lubnanê li hev kirine.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku Macron di tîma xwe ya berpirsê dosyeya Lubnanê de guhertin çêkiriye.

Koşka serokatiya Fransayê Elysee piştî vekişîna Mistafa Edîb ji avakirina hikûmetê doh ragihandibû ku însyatîfa Fransayê ya derbarê Lubnanê de berdewam e û bi şexsan ve nayê girêdan.