image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan ku artêşa welatê wî zorê lê dike daku karvekêşana xwe bide, bangewazî li alîgirên xwe kir.

Paşînyan bang li alîgirên xwe kir sibe 1ê Adarê li demjimêr18:30 li ber avahiya hikûmetê kom bibin ku ew dê mîtingekê li dar bixin.

Serokwezîr Paşînyan piştî ku 25ê Sibatê artêşê îstifaya wî xwestibû, wî jî sererkan ji kar avêtibû lê Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan ew biryar red kiribû.

Paşînyan serokomarê Ermenistanê bi hevkariya ligel darbekaran tohmetbar dike.