image

PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê, êrîşa Amerîkayê ya li ser komên çekdar ên girêdayî Îranê li Sûriyê şermezar kir û ew êrîş weke binpêkirina yasaya navdewletî pênase kir.

Çavkaniyeke ji Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê ji ajansa fermî ya wî welatî Sputnikê re diyar kir: “Êrîş li nav axa welatekî endamê Neteweyên Yekbûyî bûye. Ev yek binpêkirineke hiqûqa navneteweyî ye û nayê qebûlkirin. Divê diyar bikin êrîşî kê dikin.”

Herwiha heman çavkanî dibêje, Îran li Sûriyê di şerê dijî DAIŞê de hevkariya artêşa Sûriyê dike û got: “Ew ji bo hevkariya hikûmeta rewa û gelê Sûriyê di şerê dijî terorê de dibin alîkar.”

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, êrîşî komeke li Sûriyeyê kirin ku Îran piştgiriyê dide wan û got em difikirin ku têkiliya vê komê bi êrîşên li Hewlêr û Bexdayê re heye.