image

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku di şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê ya li ser Qerebaxê, çekdarên grûbên ji Lîbya û Sûriyê birin deverê. Wezaret li ser mijarê weha got:

“Sûriye û Lîbya di nav de, ji welatên derve, ji grûbên derveyê qanûnan de, bo raste rast tevlî şer bibin, çekdaran dibin deverê. Em ji vêya gelek bi endîşene. Em bang li dewletan dikin ku terorîstên biyanî û leşkerên biyanî di van şeran de bikar neynin.”

Mala Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ku navenda wê Îngîltere Londraye, ragihandibû ku Tirkiye ji grûbên “Sultan Murad” û “El êmşad” ê di ser 300 kesan de ji bajarê Efrînê biriye Qerebaxê.