image

PeyamaKurd- Tirkiye û Yûnanistan li ser arîşeyên rojhilata Derya Sipî li ser qaîdeyên giştî lihev kirin. NATO yê ragihand ku piştî demekî tije gengeşeyan, li baregeha NATO yê li ser qaîdeyên giştî lihev kirin. Her dû dewlet di nav xwe de mekanîzmeyekî avakirin. Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê li ser civînan û encamên wan peyamekî belav kir. Peyam wehaye:

“Di axaftina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg, biryara civînên di navbera heyetên Tirkiyê û Yûnanistanê de hatibû dayîn. Di civînan de her dû teref li ser “ûsûlên jihev veqetandinê” lihev kirin. Di encama civînên li baregeha NATO yê de, heyetên leşkerî yên her dû terefan li ser “qaîdeyên giştî” lihev kirin.

Civîna bê, wê di 5 ê cotmehê de li baregeha NATO yê be. Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg ragihand ku di mijarê de bi her dû terefan re di nava têkiliyan de ye.