image

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di kampanya hilbijartina seroktiyê ya bajarê Middletown ê Wilayeta Pennsylvania jinek ji bo postê dadweriya Dadgeha Bilind a Amerîkayê destnîşan kir û got, ew dê berevaniyê li maf û azadiyên Amerîkayê bike.

Donald Tump herwiha bi henekî got: “Barrett zanayeke warê yasayan e û keseke bi hiş û jîr e, lê tenê hinekî ji Joe Biden jîrtir e.”

Dadwerên Dadgeha Bilind a Amerîkayê ji 9 dadweran pêk tên û piştî koça dawî ya Ginsburg, tenê 3 dadwerên lîberal mane û bi destnîşankirina Amy Barrett, balansa dadgehê bo 6 dadwer bilind dike, ev jî bandoreke zêde li proseya dengdana mijarên civakî û pirsa azadî û maf û peywendiyên navbera wilayetan dike di warê siyasî û îdarî de.

Donald Trump di gotara xwe de got: “Niha ji Rose Garden a Koşka Spî hatime ku li wê derê min bi şanazî Dadwer Amy Barrett bo postê Dadgeha Bilind a Amerîkayê berbijêr kir. Dadwer Barrett keseke xwedan hişekî yasayî yê bilind e, ew zanayeke jîr e.”

Destnîşankirina Amy Coney Barrett ji bo postê dadwerê Dadgeha Bilind a Amerîkayê piştî mirina Dadwer Ruth Bader Ginsburg di 18ê vê mehê de tê û dijî demokratan li dijî vê ne û dixwazin piştî hilbijartinên seroktiyê yên 3yê Mijdarê ji bo wê postê kesek bê hilbijartin.