image

PeyamaKurd – Fon a Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Hevgirtî UNICEF bang kir ku zarokên li Nîjeryayê li eyaleta Zamfarayê di êrîşekê ser dibistanê de ku 317 keçên dibistanê revandibûn, divê yekser bên berdan.

UNICEF di beyana xwe ya nivîskî de ragihand ku ew ji rewşa zarokan bi endîşe ne. Nûnerê UNICEF ê yê Nîjeryayê Peter Hawkins jî weha ragihand:

“ Em bi êrîşeka din ya ser zarokên dibistanê bi hêrsin û xemgînin. Ev hal îhlala mafên zarokane û bo zarokan tecrubeyekî berbate. Em êrîşa ser dibistanê şermezar dikin û divê zarok yekser serbest bên berdan.”

Hawkins got ku divê zarok bi ewle bên berdan û ji hukumeta Nîjeryayê daxwaz kir ku ewlehiya temamê zarokên dibistanan pêngavan bavêjin.

Komîserê Polîsê Zamfarayê Abutu Yaro ragihandibû ku kesên nasnameya wan nediyar êrîşê lîseyeka keçikan ya li devera Jangebe kirine û piştî kontrolê dîtine ku 317 keçik wendane.