image

PeyamaKurd – Çapemeniya Yûnanistanê li ser îlana îhala ruxseta parsela 18 an ku Misir bo Neteweyên Hevgirtî ragihandibû rexneyê tund kir. Rojnama Yûnanistanê ya bi navê Proto Thema, manşeta bi navê “Qelleşiya Misrê” nûçeyekî belav kir. Di nûçeya xwe de got ku Misrê di parsela 18 an de îznê daye Tirkiyê da tê de lêgerîna hîdrokarbonê bike û biryara Misrê weha navand:

“Qelleşiya mekanîzmeya burokrasiya dewleta Misrê ya 3 hezar salan.”

Di xeberê de tê gotin ku wezîrê karên derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias bi telefonê li serokkomarê Misrê li Abdulfettah Sîsî geriyaye û yekser çûye Misrê û gotiye di navbera Yûnan û Misrê de bo destnîşankirina şîrketa ku dê li hîdrokarbonê bigere pirsgirêk derketiye. Di nûçeyê de rexneyên tun dli rêvebiriya Misrê hatiye kirin û weha gotiye:

“Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu kêfa xwe bo nasîna sînorê Tirkiyê ji aliyê Misrê de aniye û ji biryarê fêde dibîne lê gelo wê wezîrê karên derve yê Yûnansitanê Dendias, karibe bo pirsgirêkê çareyekî bibîne? Misir û Yûnanistan lihev kiribûn û sînorên xwe danîbûn, lê bo rojhilatê merîdyena 28 ê ya dawiya sînor, arîşeya ku li ser peydakirina şîrketê derketibû, wê karibe çareyekî zêrîn peyda bike? An wê Qahîre ji ber encamên mekanizma burokrasiya Fîrewn ku dawiya wê ne zelale, wê tê de asê bimîne?”