image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji aliyê Dezgaha Asayîşa Niştimanî ya parêzgeha Diyale ve 3 terorîstên DAIŞê li sînorê Baqube hatin desetserkirin.

Li gorî ragihandina berdevkê rêveberê polîsê parêzgeha Diyale Nîhad Mihemed ji îro 27ê Îlonê li sînorê bajarê Baqube yê navenda parêzgeha Diyale, 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Dezgaha Asayîşa Niştimanî ya parêzgehê ve hatin desteserkirin.

Nîhad Mihemed daye xuyakirin,ew sê çekdar di çarçoveya rêkxistina nav parêzgeha Diyale de hatibûn navçeyê, heman demê de berê hatine nasîn û ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hatibû dayîn.

Li gorî hatiye diyarkirin,wan her sê çekdaran beşdarî gelek kiryarên terorîstî li navçeyê kirine.