image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê ji ber nediyarbûna encamên hevdîtinên navbera hikûmeta Afgan û Tevgera Talîbanê yên li Doha ya Qeterê, bi nameyekê daxwaz ew hevdîtinên aştiyê li Tirkiyê bên kirin.

Di hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Afganistan û Tevgera Talîbanê de ku 6ê Çileyê dest pê kiribûn û heta niha 4 civîn pêk hatine, ti encamek derneketiye.

Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden, derbarê hevdîtinan de ji Serokomarê Afganistanê Eşref Xenî Ahmedzay re nameyek şand û tê de xwest, ew dê daxwazê bikin hevdîtin li Tirkiyê bêne kirin.

Nameya ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken nivîsandiye ji aliyê ajansa resmî ya Afganistanê Tolo ve hatiye belavkirin.