image

PeyamaKurd – Çekdarên Tevgera Talîbanê bi ser navendeke polîsan ya li bajarê Nahrî Şahî li bakurê eyaleta Belh ya Afganistanê de girtin. Hat ragihandin di şerê rû daye de ji her du aliyan zêdetirî 20 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî zanyariyan îro Yekşemê çekdarên Talîban êrîşî navenda polîsan ya li gundê Şahrek Tirkmeniyê li eyaleta Belh ya Afganistanê kirin.

Berpirsên hikûmeta Afgan ragihandin ku di encama êrîşê de 8 polîs hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Herwiha piştî şerê rû daye jî 5 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Talîbanê ragihanda ku 12 leşkerên Afganî hatine kuştin.

Ev êrîşa Talîbanê di demeke wiha de pêk hat ku di navbera hikumeta Afganistan û Talîbanê de li paytexta Qeter Dohayê danustandinên qonaxa 2yem despê kirine, lê heta niha ti encamek ji wan derneketiye.