image

PeyamaKurd – Grûbên bi ser Tirkiyê de li Binxetê li bajarokê Til Rifetê bi hawanê lê dan û di encamê de 3 kes mirin û 6 kes birîndar bûn. Grûbên êrîşê Til Rifetê kirine yên bi ser SMO yê de ne. Til Rifet 35 km li rojhilatê Efrînê dikeve.

Til Rifet di herêma Şehba yê de bajara herî mezine û di navbera Dîlokê û Helebê de li ciyeka stratejîkê. Bajar ji sala 2016 an ve di bin destê HSD ê de ye.