image

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî fîlmê bi sponsoriya keça Qasim Suleymanî hatiye amadekirin û wekî Hewlêr bi destê pasdarên Îranê ji DAIŞê hatiye rizgarkirin û tohmet li Serok Mesûd Barzanî jî dihatin kirin, nerazîbûn nîşan da û hişyariya dîplomatîk da Îranê.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku wan nerazîbûna xwe li hember wî fîlmî nîşan daye û hişyariya dîplomatîk dane konsolxaneya Îranê ya Hewlêrê.

Li gorî nûçeya Rûdawê Dizeyî da zanîn ku wan bi rêya telefonê pêwendî bi konsolê Îranê yê Hewlêrê Nasrullah Reşnudî re pêk aniye û jê xwestiye, nerazîbûna wan a derbarê fîlm de bigihîne rayedarên Îranê.

Konsolosê Îranê yê Hewlêrê Nasrullah Reşnudî jî derbarê mijarê de, ji medya Kurdistanê re gotiye ku navbera Qasim Suleymanî û rayedarên Îranê bi Herêma Kurdistanê re xweş bû û Suleymanî heta dawiya emrê xwe jî xwedî têkiliyeke baş bû bi Rêzdar Mesûd Barzanî re.

Reşnudî ji Rûdawê diyar kiriye, “Ew ne agahdarê filmî ne û ne boçûna fermî ya Komara Îslamî ya Îranê ye.”