image

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kino Gabriel, li ser mijara avakirina ‘Konseya Veguhêz a Leşkerî’ bo rêvebirina Sûriyê ragihand, ew wek HSD amade ne beşdarî wê konseyê bibin.

Li gorî nûçeya Şerqul Ewset Berdevkê HSDê Kino Gabriel hewldanên avakirina ‘Konseya Leşkerî ya Rêveberiya Veguhêz’ bo Sûriyê wekî pêngaveke girîng nirxandiye û gotiye, ew bi wê pêngavê kêfxweş dibin û wek HSD amade ne beşdarî nav wê hêza leşkerî bibin.

Gabriel daye xuyakirin ku ew ligel Fermandarê Sûrî General Manaf Talas ji bo bigihîn têgihîştineke hemû alî tê de cî bigirin danûstandinan dikin  û piştrast kir ku ew wekî HSD li ser erkên konseyê û armancê wê bi Manaf Talas re hevdîtin kirine.

Berdevkê HSDê da zanîn ku heta niha Rêveberiya Xweser û HSD ji hemû konferans û forûmên navdewletî hatiye dûrxistin, loma jî ew girîngiyê didin avakirina konseya veguhêz a leşkerî.

Kingo Gabriel herwiha pesnê pêşengiya Manaf Talas di vê hewldanê de da û got ku navekî hemû alî li ser li hev bikin e diyar kir, “Em baweriya xwe bi General Talas tînin. Bi wî re ti pirsgirêka me nîne. Em gelekî jê bawerin.”