image

PeyamaKurd - Asayişa Qamişlo li ser alozî û pevçûna bi hêzên girêdayî rejîma Sûriyê yên Qamişlo ragihand, hêzên Rûsî soz dane wan ku êdî çekdarên Berevaniya Niştimanî ‘Difaî Wetenî’ yên hikûmeta Sûriyê  êrîşî hêzên asayişê nekin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li ser bûyera şeva borî daxuyaniyek belav kir û ragihand, doh êvarê mîlîsên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikumeta Sûriyê êrîşî xaleke kontrolê ya hêzên wan li taxa Helko kirine û gule berdane ku wan jî bersiva wê êrîşê daye û şer di navbera wan de derketiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Hêzên Rûsî soz dan ku êdî mîlîsên Berevaniya Niştimanî careke din kiryarên wiha dubare nakin. Hêzên Rûsyayê bi hevrêzî bi hêzên me re kar li ser aramkirina rewşê kirin.”