image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 58 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; di nav 24 demjimêrên borî de 58 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 16 kes li Hewlêrê, 21 kes li Silêmaniyê, 13 kes li Duhokê û 8 kes li Germiyanê ne.

Herwiha di 24 demjimêrêm borî de kesekî li Germiyanê ji ber vîrûsa Koronayê wefat kiriye. Wezaretê ragihand, di 24 demjimêran de 965 kes jî baş bûne.

Amarên giştî yên heta niha wiha ne:

Pêketin: 105608

Mirin: 3456

Başbûn: 93490