image

PeyamaKurd – Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê îşev erdhejeke bi dijwariya 3,8 pileya rixterê rû da.

Saziya Rewşên Lezgîn û Afatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro 28ê Sibatê li demjimêr 20:22yan li navçeya Qela ya Meletiyê erdhejeke bi pileya 3,8an rû daye.

Hat diyarkirin ku kûrahiya ji erdzemînê ya erdhejê 9,67 kîlometre bûye û li navçeyên derdorê hest pê hatiye kirin.

Derbarê vê erdheja ku bû sedema tirsê de ti ziyanek nehat ragihandin.