image

PeyamaKurd – Li herêma Germiyanê operasyonekî di bin serpereştiya hêzên koalîsyonê de li hemberê DEAŞ ê destpêkir. Li gor ragihandina K24 ê li Germiyanê hêzên hevpeymaniya navdewletî bi firokeyeka bê mirov êrîş biriye ser veşargehên DEAŞ ê. Veşargehên DEAŞ ê li navbera Kifrî, Xurmatû û Çiyayê Xere bûn.

Li gor K24 ê hêzekî Fransî û hêzekî komandoyên Pêşmerge bo çavdêriya DEAŞ iyan, li rojhilatê Xurmatû ne. Di encama bombekirina doronê de 2 çekdarên DEAŞ ê hatine kuştin lê jimareyekî DEAŞ ê reviyane ber bi Çiyayê Hemrîn de.