image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema koça serokê meclisa rûhanî ya Kurdên Êzîdî Baba Şêx peyama sersaxiyê belav kir. Teksta peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî weha ye:

“Mixabin nûçeya koça dawî ya rêberê ruhanî yê ola Ezidî Babe Şêx (Şêx Xirto Hacî Îsmaîl) min bihîst. Serxweşiyê li malbata wî ya birêz û Mîrê Êzidiyan û encûmena ruhanî û temamê xwîşk û birayên Êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.

Baba Şêx kesayetekî diyar û xwedî pêgehekî giring bû li Herêma Kurdistanê û cîhanê. Herwaha rolekî berçav jî di pêşxistina pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê hebû. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bide hemû aliyan.”