image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destekê da banga diyalogê ya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo diyaloga çareseriya pirsgirêkan. Serokwezîr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de bi Kurdî-Erebî bersivê da û got di çarçoveya qanûna Makezagonê de Herêma Kurdistanê temamê çareseriyan destek dike. Barzanî weha got:

“Ez li ser navê hukumeta Herêma Kurdistanê, banga ji aliyê serokwezîrê hukumeta federal ya ji aliyê Mistefa Kazimî de, bo çareseriya temamê pirsgirêkan, birêxistina diyalogan di navbera terefên Iraqê de bi erênî pêşwazî dikim û destek dikim.

Em bo çareseriya pirsgirkan amade ne. Em amade ne li ser bingeha qanûna bingehîn, pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta federal bi berfirehî û bi awayekî mayînde çareser bikin.”