image

PeyamaKurd - Cîgirê metranê (pîskopos) qezayê Zaxo Qeşe Cunî got: “Herêma Kurdistanê wek baxçeyekî ye hemû ol û netew bi hevra wek bira nav de jiyan dikin. Serdana Papayê Vatîkanê bo Iraq û herêma Kurdistanê dê bibe eger bêhtir bihêzbûna pêkvejiyana navbera hemû ol û netewan.”

Cîgirê metranê qeza Zaxo Qeşe Cunî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Serdana Papayê Vatîkanê bo Iraq û herêma Kurdistanê giring û dîrokî ye. Ew serdana bo mesîhan û hemû ol û netewan nameyeke aştiyê û heskiirn û azadiyê ye ku herêma Kurdistanê bûye konê hemû ol û netewe bin de jiyan dikin ango Kurdistan baxçeyeke hemû cure gul nav baxçê herêma Kurdistanê de hene. Her gulek bi rengekiy her gulekî bêhnekî wê heye. ew baxçe bi wan cure gula gelek xweşike ku herêma Kurditanê jî baxçeyek hemû ol û netewe ye ku wek bira bi hevra jiyan dikin. Xweşî û nexwaşiyan de li gel yek in û ev tiştekî pir mezine.”

Qeşe Cunî dibêje: “Serdana Papayê Vatîkanê bo Qereqûş jî gelek girînge. Ji ber sala 2014ê Qereqûş hatibû dagir kirin ji aliyê terorîstên DAIŞê ve û Mesîhî hemû koçber bûn û qesda herêma Kurdistanê kirin. îro careke din Mesîhî vegeriyane Qereqûşê û serdana Papayê Vatîkanê bo Qereqûşê pîroz e bo hemû hemwelatiyên herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Qeşe Cunî da zanîn: “Sala 2014ê bi hezaran Mesîhî koçberî herêma Kurdistanê bûn. Gelek piştevanî û alîkariya koçberên Mesîhî hate kirin. Heta îro nêzîkî 3 hezar koçberên Mesîhî hîn mane li herêma Kurdistanê.”