image

PeyamaKurd – Wekîlê Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg dibêje seredana Papa bo Herêma Kurdistanê zahf girînge bi taybetî bo pêkvejiyana ayînan.

Di mijara seredana Papa de, bo karê pêwendiyan Mîr Cewher Elî Beg jî bo BasNewsê ragihandiye ku seredana Papa bo Iraq û Kurdistanê gelek girînge û weha gotiye:

“Me hez dikir Papa seredana Laleşê bike an seredana kampa koçberên Êzîdî bike, ji ber Êzîdî li Iraqê rastî zilm û zoreka mezin hatine.”