image

PeyamaKurd – Serokê ayînî yê dinya Katolîkên dinyayê Papa Franciscus di 5-7 ê adarê de seredana xwe ya Iraqê û Kurdistanê qedand û vê sibê ji Bexdayê berê xwe da welatê xwe Vatîkanê. Papa peyama aştî, xweşbîniyê, pêkvejiyanê û dawîanîna li şiddetê da Iraqê û Herêma Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî balê kişand ser peyama Papa û got ku ew peyama Papa destek dikin.

Papa Franciscus wexta giha Hewlêrê ji aliyê serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat pêşwazîkirin, li stadyûma Franso Herîrî bi tevlîbûna deh hezar kesan ayînê birêve bir.

Papa, piştî ji Bexdayê çû peyamekî belav kir û di pey peyama Papa de Nêçîrvan Barzanî got ku ew destekê didin peyama Papa ya bo aştî, xweşbînî, jiyana bihevre û dawîanîna li şiddetê û weha got:

“Hêvî dikim ku peyama Papa li Kurdistanê û Iraqê ciyê xwe bibîne û temamê arîşeyan çareser bibin.”