image

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema wefata Baba Şêx ê serokê meclisa rûhanî ya Kurdên Êzîdî peyama sersaxiyê belav kir. Peyama serokê Herêmê wehaye:

“ Babê Şêx wek rêber û mezinê ola Êzidyan jiyana xwe ji bo xizmeta Êzdiyatiyê terxan kir û salên dûr û dirêj ên jiyana xwe di karûbarên olî û civakî de derbar kir û rola wî ya berçav ji bo pêkvejiyan û hevqebûlkirinê hebû û şûndestên kar û xizmetên wî her dimîne. Em hêvparên xema wan in. Ji xwedayê mezin hêvîxwazin canê wî bi dilovaniya xwe şad bike û sebr û hedarê bide hemûyan.”