image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi sedema seredana Papa ya di roja 6 ê adarê de, heman rojê weka roja “Xweşbîniya Netewî” ragihand û bi nav kir, ji serokê Herêma Kurdistanê ji Nêçîrvan Barzanî peyameka razîbûna navandina roja “Xweşbîniya Netewî” hat ragihandin û weha got:

“Di wexta ku seredana Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê dewam dike de, serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî roja 6 ê adarê weka roja ‘Netewî ya Xweşbînî û Pêkvejiyanê’ îlan kir û vê kiriyara Kazimî bi memnûyet pêşwazî dikim.”

Kazimî di ser hesabê xwe yê Twitterê de mijarê weha ragihand:

“Bi sedema Papa Franciscus li ser bingeha aştî û xweşbîniyê hevdîtina dîrokî ya bi maqamê herî mezin yê şîa re, bi Elî es-Sîstanî re kir û bi munasebeta hevdîtina olan ya li bajarê kevnare Ûrê kir, em her salê, 6 ê adarê, weka roja ‘Netewî ya Xweşbîniyê û Pêkvejaiyanê’ îlan dikin.”

Papa Franciscus ku serokê ayînî yê Katolîkên dinyayê ye, duhî seredana Necefê ya serokê ayînî yê Şîa Elî es-Sîstanî kiribû û li mala Sîstanî li Necefê hatibûn cem hev.

Paşî li bajarê Zîkarê bajarê Ûr ê ziyaret kiribû ku Xîrîstiyan bawer dikin Hz. Îbrahîm li wê derê hatiye dinyayê. Li Ûrê Papa ji aliyê mirovên ayînî yên misilman û Xîrîstiyanan de hatibû pêşwazîkirin.

Piştî seredanên xwe yên Iraqê dê Papa derbasî Herêma Kurdistanê bibe û bernama Kurdistanê bixe rê.