image

PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Papa Francis serdana xwe ya Herêma Kurdistanê bidawî anî û derbasî Bexdayê bû ku ji wir jî vedigere Vatîkanê.

Papa Francis îro Yekşemê piştî gihîştina Hewlêrê û pêşwazîkirina bi asta bilind a berpirsên Herêma Kurdistanê serdana Mûsil û Qereqoşê jî kir.

Papa li Yarîgeha Navdewletî ya Franso Herîrî ya li Hewlêrê, bi beşdariya deh hezar kesan merasîmeke olî birêve bir û di dawiya gotara xwe de, spasiya amadekarî û lidarxistina wê qudasetê kir û got: “Ji dil ve spasiya xelkê kurd ê birêz, hikûmet û desthilata sivîl dikim.”

Papa Francis serdana xwe ya dîrokî ya Kurdistanê ku piştî hatina Iraqê di 5ê Adarê de îro 7ê Adarê derbasî Hewlêrê bûbû bidawî anî.