image

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis di merasîma nimêja qedasiyê ya li Yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê de gotarek peşkeş kir û got, kilîse li Iraqê û mesîhiyet jî li Iraqê zindî ye û aramiya we hişt ku ez serdana Iraqê bikim.

Papa Francis di merasîma nimeja qedasiyê ya li Yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê de ku bi qasî deh hezar kesan beşdarî kir de, çend ayetên Încîla pîroz şîrove kirin.

Papa Francis di gotara xwe de tekez kir, Îsayê Mesîh daxwaza mirovatiyê dike, rast û pak be û xwe ji ruhê şerxwaziyê dûr bigire.

Papa got: "Xelk hemû xwişk û birayên hev in û divê wane û pendan ji şaşiyan werbigirin.”

Papayê xirîstiyanên katolîkên cîhanê di gotara xwe de diyar kir, divê mirov dil pak û dûr be ji derew û dûrûtiyê ku beşeke wan bi me hemûyan re heye.

Merasîma nimêja qedisaya Papa Francis bi armanca serdana wî ji bo Hewlêrê hatibû lidarxistin û di merasîma Yarîgeha Franso Herîrî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa, Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert û nûnerên hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê beşdarî kirin.

Papa li Kurdistanê ye | Serok Barzanî pêşwazîyeke germ li Papa kir

Parlamentarê Suryan: Iraqê bi şûrên şer, Kurdistanê bi çiqlên zeytûnê yên aştiyê pêşwazî li Papa kir

Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê bo Papa: Kurdistan wê tim cihê pêkvejiyanê bimîne