image

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis di serdana xwe ya Hewlêrê de, piştî merasîma li Yarîgeha Franso Herîrî bi bavê Alanê Kurdî yê ku berî 6 salan li qerexa deryayê Egeyê tevî dayika xwe û birayê xwe xeniqîbû hevdîtinek kir.

Vatîkanê ragihand, Papa Francis ê ku îro serdaneke dîrokî li Herêma Kurdistanê pêk anî, di dawiya civîna girseyî ya li Hewlêrê de bi Abdullah Kurdî re hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Papa demek bi wî (Kurdî) re derbas kir û bi alîkariya wergêrekî, guhdarî li çîroka windakirina malbata wî kir.”

Herwiha bavê Alan Kurdî jî ji medya Kurdistanê re piştî hevdîtinê ragihand ku Papa li çîroka wî ya diltezîn guhdarî kiriye û herdu bi hev re giriyane.

2yê Îlona 2015an li perava Bodrum a Tirkiyê, termê zaroka 3 salî Alan Kurdî hatibû dîtin ku  ligel malbata xwe, ji ber şerê li Sûriyê ji Kobanê di ser Tirkiyê re ber bi Ewropayê ve bi rê ketibû û rêwitiya hêviyê ya Alan Kurdî û malbata wî li deryaya Egeyê bi dawî bûbû.

Bota ku lê siwar bûbûn noq bû, di qezaya dilsoj de Alan, dayik û birayê wî çûn ber dilovaniya Xwedê. Bi tenê bavê Alan sax mabû.

Alan Kurdî ku bi bedena xwe ya bêrih li ber peravên derya Egeyê ketibû li seranserê dinyayê hiştibû ji xewa xefletê şiyar bibin û bûbû sembola êş û azarên penaberan.