
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa Kovid-19 ê ya herêmê ragihand. Li gor tabloya wezaretê îro kesekî jiyana xwe ji dest daye û 49 pêketiyên nû hene. Li gor ragihandinê di 24 sietên dawiyê de 3.144 test hatine kirin û 49 test posîtîv derketine. Testên posîtîv derketine li Hewlêrê 3, li Slêmaniyê 6, li Duhokê 38 û li Germiyanê 2 ne. Rêjeyên din yên pandemiyê weha ne:
1.022.740 test heya îro hatine kirin.
105.550 test heya niha posîtîv derketine.
92.525 nexweş heya îro baş bûne.
9.570 nexweş tedawiya wan dewam dike.
3.455 nexweş heya niha mirine.
Add Comment: