image

PeyamaKurd - Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê û endamê şanda danûstandinên Partiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) bi Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Aldar Xelîl, li ser proseya xebatên yekrêziyê ragihand ku pêvajoya sêyem mijara ewlehî û leşkerî ye û got, PYNK amade ye ENKSê tevlî rêveberiya xweser a li Rojavayê Kurdistanê bike.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl ji Rojava TVyê re ragihand, wê Lêvegera Kurd a Bilind ku hatiye avakirin nûnertiya Kurdan bike û wiha axivî:

“Ji bo hilbijaratinan ENKSê bi rêjeya ji sedî 10 û PYNKê jî heman wê navan pêşkêş bikin. Bi vî awayî dê rêjeya lêvegerê ji sedî sed be. 16 kes ji PYNK û 16 ji ENKS û 8 kesên din, 4 kes PYNK`ê diyar dike û 4 din jî ENKS`ê diyar dike. Em hewl didin beriya hilbijartinan ENKS tev li rêveberiyê bikin, ji ber ku ENKS’ê ne amade ye. PYNKê jî amade ye beriya hilbijartinan kursiyên xwe bi Rêveberiya Xweser û ENKS’ê re parve bike.”

Xelîl da zanîn, hîna pêvajoya nîqaşkirina rêveberiyê bi dawî nebûye û pêvajoya sêyem mijara ewlehî û leşkerî ye, lê ne pêkan e ku du hêzên leşkerî li herêmê hebin ji bo ku kêmasî çênebin.

Li ser serdana James Jeffrey jî Aldar Xelîl diyar kir ku ew serdaneke sembolîk bû peyameke siyasî bo domandina piştgiriyê ji Rûsiya, Tirkiye û Hikumeta Şamê re bû.

Derbarê ji nû ve destpêkirina êrîşên Tirkiyê li dijî herêmê jî Xelîl got: “Divê em xwe ji tiştên di rojên pêş de biqewimin amade bikin û mirovên me hay ji xwe hebin, ji ber ku em dizanin ku Erdogan dîsa hewl dide êrîş bike û herêmê dagir bike. Divê em baş zanibin ku Erdogan cîranê me ye û em nikarin ji bo her daxuyaniyê pişta xwe bidinê.”

Aldar Xelîl xwest, civînên ENKSê yên li Stenbolê ne li dijî gelê Kurd bin û hevdîtin li ser hesabê destkeftiyên gelê Kurd bin, lê bawer nakin ku helwesta Tirkiyê li hemberî gelê Kurd erênî be.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê herwiha got, ew hewl didin aloziya sûriyê çareser bikin lê di vê demê de ti diyalog û civîn bi hikumeta Şamê re tune ne.