image

PeyamaKurd - Kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî, siyasetmedar û pêşengê Kurd Seyîd Ebdulqadir, di 27ê Gulana sala 1925an de ji aliyê dadgehên îstiqlalê yên Tirkiyê ve bi sûcdariya ku serxwebûna kurdan dixwaze hat idamkirin.

Seyîd Ebdulqadir yek ji wan şexsiyetan e ku navê wî di dîroka Kurdan de xwediyê cihekî taybet e. Ebdulqadir di sala 1851an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê tê dunyayê. Kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî ye. Şêx Ubeydullah dema di sala 1879an de li hemberê Dewleta Osmanî û Îranê serî hilda kurê wî Seyîd Ebdulqadir pêşengtiya serhildanê kir.

Di sala 1925an de bi hinceta ku piştgirî daye Şêx Seîd û ji bo Kurdan serxwebûn xwestiye Seyid Ebdulqadir li Stenbolê bi kurê xwe re hat desteserkirin û şandin Bedlîsê. Li wir di dadgehê de der heqê wî û kurê wî de biryara darvekirinê hat dayîn û di 27ê Gulana sala 1925an de Seyîd Ebdulqadir û kurê xwe Seyîd Mihemed hatin îdamkirin.