image

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Dr. Mhmûd Osman li ser êrîş û tohmetên alîgirên Îranê û fîlmê dawî yê keça Qasim Suleymanî sponsoriya wê kiriye bertek nîşan da û behsa girîngiya rola Serok Barzanî di şerê dijî rêxistina terorîst DAIŞê de kir û got, ji ber parastina Kurdistanê dike û wê rola lîstiye bûye armanca êrîşê.

Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Barzanî di tekoşîna hember teror û DAIŞê de xwedî rolekî mezin bû ku bi ti propagandayekê ev yek nayê veşartin.”

Osman diyar kir, “Serok Barzanî bi qasî ku karî bo gelê Kurdistanê kiriye, lê welatên dijminên gelê Kurdistanê naxwazin ew rêveber bibin cihê baweriyê, ji ber wê jî propagandayê belav dikin û naxwazin tiştên baş li ser wan bên belav kirin.”

Dr. Mehmûd Osman got, ji ber ku Serok Barzanî roleke mezin di parastina Kurdistanê de lîstiye bûye armanca êrîşan.