
PeyamaKurd - Endamê Komisyona Mafên Mirovan li Iraqê Elî Beyatî ragihand ku ji koma zêdetirî milyonek û 500 hezar xirîstiyanên li Iraqê, niha tenê 250 hezar mane û piraniya wan jî li Herêma Kurdistanê dijîn.
Elî Beyatî got, berî rûxandina rêjîma Beis di sala 2003yan de, zêdetirî milyonek û 500 hezar xirîstiyan li Iraqê hebûn, lê niha tenê 250 hezar mane û piraniya wan jî li Herêma Kurdistanê dijîn.
Beyatî daye zanîn ku ji ber êrîşa DAIŞê, 130 hezar xirîstiyanên li Iraqê ji cih û warê xwe koçber û derbider bûne.
Herwiha piştî rûxandina rêjîma Beis û heta niha hezar û 315 welatiyên xirîstiyan hatine kuştin ku 115 kes ji wan bi destê DAIŞê hatine terorkirin.
Add Comment: